Nihat Kavşut
19 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
XEZE
2 Filistîniyên ku hefteya borî li Şerîda Xezeyê ya di dorpêça Îsraîlê da ye ji ber guleyên eskerên Îsraîlê birîndar bûbûn îro sibehê şehîd bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da wiha hat gotin: "Muîn Ebdulhemîd es-Saiyê 58 salî û Mûhemmed Mazin Uleyyanê 20 salî ku bi guleyên Îsraîlê birîndar bûbûn îro sibehê şehîd bûn."
Piştî şehadeta Uleyyan û Saî ji roja duşemê heta niha hejmara Filistîniyên ku ji ber çalakiyên li ser sînorê Xezeyê şehîd bûn derket 64an.
Ji ber ku Amerîkayê balyozxaneya xwe ya li Tel Evîvê roja duşemê bar kir Qudsê çalakî hatin kirin û eskerên Îsraîlê gule berdan ser xwepêşanderan. Di bûyeran da 62 Filistînî şehîd bûbûn û ji 3 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûbûn.