Haydar Şahin
12 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
SANA
Li Şebweya bajarê Yêmenê firokeyeke Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ji ber erizeyeke teknîkî çaxê datanî erdê ji jor da hat xarê û 4 leşker mirin.
Li gor xebera WAMa ajansa nûçeyan a MEYê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar diyar kir ku Serpel Ehmed Xelîfe Belûşî, Ustegmen Casim Salih Zeabî û Mihemed Seîd Hesenî û Semir Mihemed Murad Ebûbekirê efser di qezaya firokeyê da mirin.
Berdevkê Kolasliyona di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî da Mîralay Turkî Malikî di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku firokeyeke koalisyonê ji ber erizeyeke teknîkî daniye erdê di destê hêzên hikûmetê da û 4 leşker birîndar bûn.