İbrahim Atmaca
17 Mijdar 2019•Rojanekirin: 18 Mijdar 2019
Li gor nûçeya ku ILNAya Ajansa Nûçeyan a Karkeran a Îranî dispêre çavkaniyên ewlehiyê, Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ji ber xwepêşandanên dawîn biryara birîna înternetê da.
Li Îranê ji ber ku ji sedî 300 zem dan ser benzînê, roja înê xwepêşandanan dest pê kir û dewam dikin.
Esnafê Sûka Mezin a Tehranê îro dikanên xwe venekirin û li ser îhtimala ku li paytext wê xwepêşandan çêbin, tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.