KAHİRE
Nûnera Bilind ya Polîtîkaya Ewlehiyê û Pêwendiyên Derve yên YEyê Catherine Ashton piştî mudaxaleya leşkerî ev cara duyem e ku diçe Misrê. Ashton bi Wezîrê Karên Derve Nebîl Fehmî re hevdîtinek pêk anî.
Hevdîtin di avahiya serokwezîriyê de bêyî çapemeniyê pêk hat û 45 deqîqe dewam kir. Piştî hevdîtinê tu daxuyanî nehat dayîn.
Piştî hevdîtinê Ashton ji bo ku bi Serokê Sererkanê Misrê û Wezîrê Parastinê Abdulfettah es-Sîsî re civînekî pêk bîne, ji avahiya serokwezîriyê derket.
Tê çaverêkirin ku Catherine Ashton, bi Serokomarê berwext Adlî Mansûr, nûnerên Hereketa Temerrûdê û nûnerênTeşkîlata Îxwanên Muslumîn re jî hevdîtinan pêk bîne.
Nûnera Bilind ya YEyê Ashton, piştî derbeyê cara ewil di 17ê tîrmehê de çûbû Qahîreyê.