KÛALA LÛMPÛR
Serokwezîrê Malezyayê Necîp Rezaq ji bo balafira ku di 8ê adarê de li paytext Kûala Lûmpûrê rabû û tevlî 227 rêwî û 12 xebatkarên xwe ve winda bû got ku têkiliya bi balafirê re bi zanayî hatiye birîn.
Rezaq civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku li gor agahiyên ku ji lêkolînan bi dest xistine di xebatên lêgerînê de derbasî merheleyeke din bûne û wiha dewam kir: "Têkiliya bi balafirê re li herêma Behra Çînê ya Başûr hat birîn, xebatên lêgerînê li wê derê bi dawî bûn, em ê niha jî xebatên lêgerînê di Okyanûsa Hindê de bidin domandin. Lêkolînerên ku ji bo dîtina balafirê dixebitin wisa bawer dikin ku têkiliya bi balafirgehê re bi zanayî hatiye birîn. Ji bo dîtina balafirê li ser koordînatên ku nû gihîştin destê me, em ê bixebitin.
Ji bo dîtina balafira ku 227 rêwî û tevlî 12 xebatkaran ve winda bû ji 12 welatan 42 keştî, 39 balafir û gelek wazîfedar beşdarî xebatên lêgerînê bûn lê mixabin heta niha tu encamek derneket holê.