03 Mijdar 2016•Rojanekirin: 04 Mijdar 2016
ANKARA
Li Mûsila navenda wîlayeta Nînovayê, Tilaferiyan fikarên xwe yên der heqê operasyona rizgarkirina navçeya ji destê DEAŞê anîn ziman. Meclisa Eyan a Tilaferê xwest ku yekîneya eskerî ya nîzamî bişînin Tilaferê da ku nehêle PKK û Heşda Şabî bikevin nava bajêr.
Meclisa Eyan a Tilaferê der heqê operasyona rizgarkirina Mûsilê ya hêzên Iraqê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku ji ber ku rizgarkirina Tilaferê nêzîk bûye û milîs û rêxistinên dixwazin ku ji gelê herêmê tolê bistînin meclisa eyan a navçeyê civiya.
Herwiha ji hikûmeta navendî xwestin ji bo ku ji DEAŞê bê rizgarkirin yekîneyên eskerî bişînin Tilaferê û wiha hat gotin: "Em dixwazin ku Meclis nehêle PKK û Heşda Şabî bikeve bajarê me."
Di daxuyaniyê de hat xwestin ji bo ku li Tilaferê sivîlên ku hatine dorpêçkirin ji bajêr derkevin tê xwestin ku korîdoreke ewledar bê vekirin û ji bo ku îxlalên mafên mirovan neyên kirin temînat hat xwestin.
Hat elamkirin ku li ser navê teşekulên sunî yên ku li Tilaferê dijîn li herêmê, di qada navneteweyî û li ber çapemeniyê parlementerê Meclisa Iraqê Îzzeddîn Dewle hat rayedarkirin.
Meclisa Eyan a Tilaferê her wiha hişyariya "Heke daxwazên me neyên pêkanîn dê li pêşiya me hemû alternetîf li ser maseyê bin em ê hewl bidin ku mijara xwe ragihînin qada navneteweyî."
Meclisa Eyan a Tilaferê ji serokeşîr, mele û rîspiyên ku ji ber pirsgirêka ewlehiyê ya li navçeyê wek berwext koçî bajarên weke Hewlêr, Dihok, Kerkûk û welatê Tirkiyeyê kirin pêk tê. Meclisa ku ji 30 endamî pêk tê, hewl dide ku rewşa li navçeyê vegerînin rewşa beriya dagirkirina DEAŞyê ya 2014an de. Meclis di mijarên şopandina paş de vegerîna kesên ku koç kirine û arîkariya wan û di mijarên temînkirina aştiya di navbera mezheban de dixebite.
Di operasyona rizgarkirina Mûsilê ji destê DEAŞê ya ku plankirina wê zehfî ji aliyê DYAyê ve hatiye kirin tê payîn ku Heşda Şabiya rêxistina hêzên milîsên şiî Tilaferê bi dest bixe. Li gor peymana DYA û hikûmeya Iraqê Heşda Şabî bêyî ku bikeve Mûsilê dê ji rojavayê bajêr re nêzî Tilaferê bibe.
Lê belê ditirsin ku milîsên şiî li Tilaferê di navbera niştecihên sunî û DEAŞê de têkilî dayne û qetlîamê bike û awayê nifûsê ji binî ve biguherîne. Piştî 2003yan komên şiî li Iraqê îqtidar xistin destê xwe û li Mûsilê bi taybetî li Tilaferê bi hezaran milîs û mollayên fanatîk nifûz bi dest xistibû. Piştî ku Qaîdeya rêxistina terorê li Mûsilê bi cî bû tirkmenan xwe di nav şerê mezhebî de dîtibûn. Di pevçûnan de bi hezaran tirkmen hatibûn kuştin, li navçeyê koçeke mezin çêbibû û di nav hevnijadan de ji ber mezheban cudahiyên mezin çêbibûn.