26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
NEW YORK
Serokê Meksîkayê Enrîque Pena Nîeto daxuyand ku ji bo dîwarê ku Trump di navbera Amerîka û Meksîkayê çêbike tu pereyî nadin.
Nîeto der barê îmzekirina ku li sînorê Meksîkayê dîwar bê çêkirin li ser înternetê vîdeoyek weşand. Nîeto di bersiva xwe de got ku ew ji tu asteng û dîwarên ku tên çêkirin natirsin û ji ber vê biryarê jî Trump şermezar dikin.
Nîeto wiha axivî:
"Min gelek caran got û dîsa bibêjim. Em ji bo çêkirina tu dîwarî pere nadin. Em dostaniya gelê Amerîkayê dixwazin û ji hikûmetê wan re jî dibejin, werin em rûnin û biaxivin."