Wekîlê Şaredarê Sûrê Nakşî Sayar daxuyaniyek da û diyar kir ku li ber deriyê avahiya şaredariyê tabelaya 4 zimanî daliqandin û got ku ev yek cara ewilîn hat kirin.
Sayarî da zanîn ku di tabelayê de bi kurdî, ermenîkî, suryanîkî û tirkî 'Şaredariya Sûrê' dinivîse û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me dixwast ku em hemû ziman û zaravayên din yên ku li ser vê xakê tên axaftin binivîsin. Derfetên me yên teknîkî ev qas rê da. Em di şaredarvaniya pirzimanî de ya herî pêşketî ne. "Em bawer dikin ku Xwedê reng û ziman afirandine û ji ber vê nêrîna xwe em kêfxweş in ku me xebateke wiha kir."
Sayar got em xizmeta ku em dikin wekî îkramekê nabînin û vê yekê em wekî peywireke dîrokî, mirovî û îslamî qebûl dikin.
Şaredariya Mezin a Diyarbekirê jî bi kurdî û tirkî tabelayeke du zimanî li ber derê avahiya xwe ya xizmetê daliqandibû.