HEWLÊR
Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê Salih Muslîm da zanîn birêvebiriya ku dê damezirînin berwext e. Piştî ku rewşa aloz ya li welêt biqede ev birêvebirî jî dê biqede û nêta me ya ku em Sûriyê perçe bikin jî tuneye.
Di civîna çapemeniyê de Serokê PYDê Muslîm wiha axivî:
"Hin kes dibêjin 'hukûmetê dadimezirînin' nexêr tiştekî wisa tuneye. Hin kes dibêjin 'vediqetin' nexêr tiştekî wilo jî tuneye. Ya ku em dixwazin ew e ku heya rewşa aloz ya li Sûriyê biqede bila birêvebiriyeke me ya berwext hebe. Em vê yekê ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû Sûrîyan dixwazin. Ev rewş ev alozî belkî 10 salan bidome. Ê bila gelê me 10 salan bê mazot û bê nan bimîne? Şîrê ku em bidin zarokên xwe tuneye. Ji Şamê, Xûmûsê, Derayê bi hezaran mirovan koçî aliyê me kirine. Kê dê lazimiyên wan însanan tedarîk bike?"
Muslîm got ku her komeke nijadî û partiya sîyasî 5 kes dê hilbêjêre û piştre jî lijneyek û serokê wê dê bê hilbijartin û bi vî şiklî birêvebirî dê dest pê bike.
Muslîm got ya dilê me ew e ku birêvebiriyeke demokratîk were serê Sûriyê û her wiha em piştgiriyê didin civîna Muxalif ya ku li Cenevreyê li dar dixin.
Pevçûnên li Resûlayn (Serêkaniyê) û Tel'abyadê (Girêspî)
Muslîm der barê pevçûnên li Resûlayn (Serêkaniyê) û Tel'abyadê (Girêspî) jî axivî û îdia kir ku gelek êrîş li wan dibin. Muslîm got: "Berê jî hin êrîş çêbûn. Piştî bêdengiyeke kurt me dît ku careke din êrîşê me dikin. Êrîş û pevçûn didomin. Îro li Cedaviyeyê (Girkê Spî) êrîşeke întixarê li ewlekariyê kirin. 2 jin û 4 sîvîl birîndar bûn."