Tarik Sûlo Cevîzciyê Alîkarê Serokê Tevgera Tirkmena ya Demokratîk a Sûriyeyê got ku PYD zorê dide tirkmenên gundê Heyyeleya ser Kobanê da ku koçî bajarê Munbîça di kontrola DAEŞê de ye bikin.
Cevîzcî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku PYDyî yên çekdar, gundên ereb û tirkmenan ên li bakûrê Sûriyê ne vala dikin û xelkê Kurd tînin li van gundan bi cih dikin.
Cevîzcî destnîşan kir ku PYDyê herî dawî avêt ser gundê Heyyeleya girêdayê Kobanê û wiha dewam kir:
"Komên çekdar piştî ku gundê tirkmenan dorpêç kir, di malan de lêgerîn kirin. Piştre niştecihên gund li meydanê kom kirin. PYDyê li vir gef li wan xwar û zorê da şêniyên gund ku koçî bajarê Munbîça di kontrola DAEŞê de ye bikin."
Tarik Sûlo Cevîzcî destnîşan kir ku dê PYD gundan bi destê hêzên koalîsyona ku serkêşiya wan DYA dike, bombe bike.
-Hewl didin ku bingeha demografîk a herêmê biguherînin
Cevîzcî diyar kir ku Kurdên dê ji bakûrê Iraqê binîn li gundên tirkmenan ên ku bi darê zorê vala dikin, bi cih bikin û destnîşan kir ku dixwazin bingeha demografîk a herêmê biguherînin û hemû hewlên wan jî di vî warî de ne.
Cevîzcî destnîşan kir ku 3 hezar û 500 kes li gundê Heyyelê dimînin û wiha xeberda:
"Ev gund li ser rêya Heleb-Hasekê ye û ji hêla stratejîk ve girîng e. PYDya ku herêmê xist bin kontrola xwe ne tenê zorê dide tirkmenan di heman demê de zorê dide ereban jî. Herwiha yên ku li hemberî zordestiya wan serî radikin û dibêjin em ê koç nekin jî digrin. Ji ber ku PYDyê bi zanatî koordînata şaş da hêzên koalîyonê, hêzên koalîsyonê di şevekê de 7 caran gundekê tirkmenan bombe kir. Gund wêran bû û di êrîşa hewayî de 150 tirkmen mirin."