Ömer Faruk Yıldız
27 Îlon 2022•Rojanekirin: 28 Îlon 2022
Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê Ravina Shamdasaniyê di civîna çapemeniyê ya heftane ya li Ofîsa Cenevreyê ya NYyê da axivî û li ser geşedanên dawîn ên li Îranê rawestiya.
Shamdasaniyê diyar kir, li Îranê di protestoyên 11 roj in didomin da hêzên ewlekariyê li dijî xwepêşandanan tundiyê bi kar tînin ku ew ji ber vê di nava fikarê da ne û wiha got, "Di encama midaxeleya protestoyan da gelek Îranî hatin kuştin."
Shamdasaniyê diyar kir, ji ber qedexeyên înternetê ne mumkin e ku meriv amarên rastîn ên kuştî û binçavkiriyan tesbît bike û wiha got, "Di 24ê Îlonê da çapemeniya dewletê hejmara kuştiyan wekî 41 eşkere kir. Ji saziyên civaka sivîl jî rapor tên ku hejmara kuştiyan zêdetir e."
Shamdasaniyê bal kişand ku ji bo wan ciyê fikarê ye ku hêzên ewlekariyê bi çekên agirîn midaxeleyî protestovanan dikin û wiha got, "Çekên agirîn bi tenê ji bo belavkirina girseyan û di dema xetereya li ser ewlehiya can divê bên emilandin."
Shamdasaniyê bangî hêzên ewlekariyê kir ku dawiyê li tundiya li dijî xwepêşandêran bînin û rêzê nîşanî xwepêşandanên aştiyane û azadiya îfadeyê bidin.