Emre Gürkan Abay
27 Îlon 2022•Rojanekirin: 28 Îlon 2022
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn daxuyand ku dehn û dexlê ji Ukraynayê tê îxrackirin naçe welatên feqîr, diçe welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û wiha got: "Rojava pirsgirêka krîza xidayê ya kurewî sor dike"
Putîn bi rêya vîdeo konferansê beşdarî civîna bi rayedarên ji qada çandiniyê ne bû û axivî.
Putîn got Rûsyayê îsal 138 milyon ton dehn û dexl bi dest xist û wiha axivî: "Heta dawiya salê ewê bigîhêje 150 milyon tonî. Di dîroka Rûsyayê da ev rekor e. Bi saya vê em ê têra hewcedariya xwe bidest bixin û ji bo îxracatê jî ewê bimîne."
Putîn behsa mueyîdeyên dijî Rûsyayê kir û got ev pirsgirêka krîza xidayê ya kurevî zêde dike û wiha dewam kir: "Ji ber polîtikayên xida û malî yên hin welatên pêşvaçûyî em di nav vê rewşê da ne. Berpirsyarê vê Rojava ye."
Putîn anî ziman ku dehn û dexlê ji Ukraynayê tê îxrackirin naçe welatên feqîr û wiha axivî: "Ji 23yê îlonê vir va ji 203 keştiyên ji keştîgehên Ukraynayê derketin bi tenê jê 4 heb çûn welatên feqîr. Ji hefta çûyî jî ji duşemê pê va heta înê ji 46 keştiyan jê 14 heb çûn Tirkiyeya ku navbeynkariyê dike, ji 32 keştiyên mayî jî jê 25 heb çûn YEyê. Ma qey ev welatên feqîr in? Ev xapandin e. Rojava pirsgirêka krîza xidayê ya kurewî sor dike. Di nav van şert û mercan da em divê ewlehiya xwe ya xidayê pêk bînin, melmeze, makîne û toxim jî di nav da divê em kêm îtxal bikin."