Selen Valente Rasquinho
12 Sibat 2024•Rojanekirin: 13 Sibat 2024
Nûnerê Payebilind ê Polîtîkaya Têkiliyên Dereke û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir, tu cî û war tuneye ku 1,7 milyon Filistînî birevin û xwe bispêrinê, ji bo ku Îsraîl êrîşî Refahê neke divê zexta li ser Îsraîlê dewam bike.
Borrell beriya ku li Brukselê beşdarî civîna nefermî ya wezîrên pêşketinê yên welatên YEyê bibe, daxuyanî da çapemeniyê.
Borrell destnîşan kir ku Komîserê Giştî yê Ajansa Avadanî û Alîkariya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini jî wê beşdarî civînê bibe û ew ê li ser rewşa dawîn a qeyrana însanî ya li Xezeyê bisekinin û wiha dewam kir:
"Em ji ber rewşa ser sînorû Misrê pir bi fikar in. Wisa dixuyê ku Îsraîl operasyoneke nû dike. (Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn) Netanyahu dixwaze ku 1,7 milyon kes werin texliyekirin, lê nabêje ku wê wan texliye bikin û bişînin ku derê."
Borrel diyar kir ku divê ew ji vegotina fikaran zêdetir tiştekî bikin û wiha dewam kir, "Êdî gelek kes dibêje ku çalakiyên Îsraîlê ji hedê xwe derket, jimara kuştiyan gelekî zêde bû. Duh Serokê Amerîkayê Joe Biden jî heta got. Piştgirê herî mezin ê Îsraîlê Amerîka ye. Biden jî vê dibêje, lê Biden jî got ku êdî çalakiyên Îsraîlê ji hedê xwe derketine, jimara kuştiyan, kuştina sivîlan gelekî zêde bûne. Lê ez vê yekê dipirsim, ji bilî gotinan em dikarin çi bikin?"
Borrell li ser pirsa rojnamegerekî ya "Ji bo ketina dewrê tu pêşniyazeke we heye?" wiha got, "YE çekan nade Îsraîlê. Hinekên din didê. Heke li gor wan jimara kuştiyan gelekî zêde bûye, belkî ji bo ku zêdetir nebe, niha dikarin tiştan bikin."
Borrell wiha dewam kir:
"Divê em li ser Îsraîlê zextê bidomînin Divê em piştgiriya ji bo aktorên alîkariya însanî bidomînin. Li wê derê 1,7 milyonî zêdetir meriv hene, heke Îsraîl êrîşî wir bike tu kes nikare bireve, wê li dîwar bikevin. Tu der tuneye ku pê da herin. Hûn dizanin dema ku şer dertê meriv direvin. Merivên li Xezeyê nikarin birevin, derî girtî ne. Nikarin birevin tu derê û bombe li ser wan tên barandin."