Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng bi fermî Serokê DYAyê Barack Obama dawetî Çînê kir. Dewleta Çînê bi merasimeke fermî Obama pêşwazî kir.
Merasima pêwaziyê ya fermî li Salona Gel a Mezin ya ku li Meydana Tîananmenê ye hat kirin. Heyeta ku bi Obama re hatibû jî beşdarî merasimê bû. Di merasima fermî de sirûda neteweyî ya herdu welatan hat lêxistin. Obama alaya mihafizên Şî selam kir.
Di dawiya merasimê de zarokên ji Çînê bi alayan herdu serok selam kirin. Piştî merasimê herdu serokan dest bi hevdîtinan kirin. Herdu serokên piştî hevdîtinan yê civîna çapemeniyê li dar bixin.
Wek mayîn rayedarekê Qesra Sipî diyar kir ku hevdîtina ku Obama bi Şî re kir wek "destpêkeke bikêr" e.