Muhammet Kurşun,Azat Muhammet,Hemin Hüseyin
23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
DIHOK
Qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl, diyar kir ku rêxistina terorî PKKê hetanî niha der barê vekişîna ji Şengalê tu gav neavêtine, PKK bi rêyên aştiyane ji Şengalê dernakeve û got: "Heta hêza eskerî neyê bikaranîn PKK Şengalê vala nake. Lê dîsa jî ez hêvî dikim ku bêyî xwîn were rijandin û şer mezin bibe ew herêmê vala bikin."
Mehma Xelîl der barê rewşa giştî ya Şengalê û hebûna hêzên PKKê li wê derê bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê axivî û peyamên girîng dan.
- "PKK bi rêyên aştiyane ji Şengalê dernakeve"
Qeymeqamê Şengalê ragihand ku sedemê negihîştina arîkariyan bo penaberan û avanebûna Şengalê hebûna PKKê ya li wê deverê ye û got: "Emrîka û çend welatên zilhêz soz dane me ku em pişta xwe nadin Şengalê û PKKê jî ji wê derê derdixin."
Xelîl diyar kir ku rêxistina terorî PKKê hetanî niha der barê vekişîna ji Şengalê tu gav neavêtine, PKK bi rêyên aştiyane ji Şengalê dernakeve û wiha axivî: "Heta hêza eskerî neyê bikaranîn PKK Şengalê vala nake. Lê dîsa jî ez hêvî dikim ku bêyî xwîn were rijandin û şer mezin bibe ew herêmê vala bikin."
- "Iraq divê piştgiriya PKKê neke"
Xelîl rexneya xwe ya li ser hikûmeta Iraqê dubare kir û wiha pê de çû:
"Divê hikûmeta Iraqê îdî li Şengalê piştgiriya PKKê neke. Lewra em bi tu awayî qebûl nakin ku Şengal bibe cihê berberiyê û navenda şer. Em qebûl nakin bibe navendek li gor berjewendiyên Sûriye û Îranê. Mayîna PKKê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye serêşî. Lê hikûmeta Iraqê di mesela derxistina PKKê ji Şengalê ne ciddî û heta niha tu gavên erênî neavêtine. Berevajiyê vê arîkariya xwe zêdetir kiriye."
Der barê hêvî û çavnêriya Êzidiyan de Xelîl bal kişand ser wê yekê ku piştî ku Şengal bi serokatiya Barzanî di sala 2015an de hat rizgarkirin herkes kêfxweş bû ku bajarê wan tê avakirin, sûcên li wê derê wek qirkirin tên naskirin, gorên bikomî têne derxistin û ji her aliyî ve mexdûriyeta Kurdên Êzidî tê çareserkirin, lê belê ji ber hebûna grûbên nemeşrû yên wek PKKê ev pêvajo bipaş ketiye.
Xelîl nirxandina xwe wiha derbirî: "Îdî hemû xelkê Şengalê gihîştine wê baweriyê ku PKK astengiya serekî ye ku Şengal ava nabe û xelk venagere malên xwe. Loma dixwazin PKK ji bajarê wan derkeve. Şengaliyên ku li gelek deveran penaber bûne û îdî bêzar in dixwazin vegerin malên xwe. Lê PKK rêgir e li ber vegeran. Hebûna PKKê û baregeyên wê li gelek deverên sînorê Şengalê astengiyek e. Metirsî li ser xelkê heye. PKKê bêîstiqrarî durist kiriye."
Xelîl got, ewan hatina Heşda Şebî jî red kiriye û wiha agahî dan: "Me ji Heşda Şebî re got, eger armanca we bi hatina Şengalê şerê li dijî DEAŞê be wa ye Beac, Bilêc û dehan cihên din hene, herin li wir şer bikin. Şengal ji aliyê pêşmerge ve tê parastin. Îhtiyac bi Heşda Şebî tuneye û em hebûna tu hêzan qebûl nakin."