06 Tebax 2017•Rojanekirin: 07 Tebax 2017
MARE
PKK/PYDya rêxistina terorê li Sûriyeyê êrîşî Mareya li bakurê Helebê ye kir û di êrîşê da yek jê jin 3 sivîl hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Ala Nîmeya ji rayedarên parastina sivîl ya li Mareyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "PYDyê êrîşî Mareyê kir û yek jê jin 3 sivîl hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn."
Nîmeyê destnîşan kir ji ber êrîşê hin cî jî zirar dîtin.
- Di navbera rêxistina terorê û mixalifan da pevçûn derket
Wek mayîn Evdilfettah Huseyînê ji aktivîstên medyaya herêmî ya li Mareyê destnîşan kir di navbera leşkerên mixalif yên li Mareyê û endamên PKK/PYDyê da pevçûn derket.
Huseyîn diyar kir li rojavayê Mareyê di navbera rêxistin û mixalifan da pevçûn derdikeve.
PKK/PYD ji Tel Rifata Helebê ya ku dagir kiriye car caran êrîşî Mare û Ezeza di destê mixalifan da ye dike.