Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li Qesra Serokomariyê civînek li dar xist û li vir pirsên nûçegihanan yên der heqê rojevê de bersivandin.
Kalin li ser pirsa gelo di pêvajoya "Operasyona Şah Firat" de bi YPG, DÎŞI an jî DYAyê re hevdîtin hatin kirin an na wiha got:
"Wekî ku duh serokwezîrê me jî di daxuyaniyê de diyar kir, ji bo silametiya operasyonê agahî dan mitefîkên me, her wiha agahî dan rejima Sûriyeyê jî. Lê wekî ku hûn dibêjin bi rêxistin û dewletên din re hevdîtin nehatin kirin. Komara Tirkiyeyê ji bo operasyonê biryar da û operasyon li dar xist."
"Em ne bawer in li Eşmeya Sûriyeyê şer çêbe."
Kalin li ser pirsa der heqê ewlehiya Eşmeya Sûriyeyê ya ku Tirba Şah Silêman neqlê wê derê kirin de jî got ku rewşa herêmê dînamîk e û roj bi roj diguhire.
Kalin got ku rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê niha krîtîk e û wiha pê de çû:
"Li gor me PYD rêxistineke terorîste. Rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê niha krîtîk e, pêkan nîne ku mirov di serdemeke wiha de bibêje ev kom li vê herêmê bi hêz e, filan kom li vê herêmê bi hêz e. Ev zehf zor e. Rewşa herêmê dînamîk e û her roj diguhire. Lê Eşmeya Sûriyeyê ya ku me li herêmê diyar kir, nêzî sînorê me ye û Komara Tirkiyeyê vê herêmê diparêze. Em ne bawer in li vê herêmê şer çêbe an jî pirsgirêk derkevin."