12 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2015
ANKARA
Hat ragihandin ku PYD/PKKya rêxistina terorê li hin gundên Tel Ebyadê qederê 90 malbatan bi zorê dide koçkirin.
Li gor raporên çavkaniyên ewlehiyê rêxistina terorê li Sûriyeyê tundî û pêkutiyê li ser tirkmenan dike.
Li gor raporan PYDya ku di serî da DYA bi alîkariya dewletên koalîsyona navnetweyî di şerê li dijî DAEŞa rêxistina terorê da bi ser ket û Tel Ebyadê û dorberê bi dest xist, tikmenan dide koçkirin.
Digel hişyariyên Tirkiyeyê rêxistin bi alîkariya DYAyê û Esed li herêmê paqijiya nijadî dike û gel dide koçkirin.
Tê destnîşankirin ku PYD/PKK li gundên Hamam Tirkiman, El Manara û Zebakiyeyê ku piraniya wan tirkmen in, qederê 90 malbatan bi zorê dide koçkirin.
Di raporan da tê destnîşankirin ku PYD/PKKyê di nav 23yê hezîran û 13yê tîrmeha 2015an da li herêma Hamam Tirkimanê qederê 5 hezar tikmen da koçkirin û hin tirkmenên ku cardin vedigerin Tel Ebyadê jî pêrgî tundî û gefan tên.
Tê diyarkirin ku ji sedî 5ê nifûsê Tel Ebyadê kurd in û digel vê PYD/PKK ji DYA, Esed û Federasyona Rûsyayê piştgiriyê hildide.