13 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2015
DUHOK
Mîrê êzdiyan Baba Şêx diyar kir ku ji bo wan mizgîniya herî xweş xebera xilaskirina jinên wan û vegera wan a malê ye û wiha pê de çû: "Em dixwazin beriya ku navçeya Şingalê ji nû ve bê avakirin bila jinên me yên ku DAEŞa rêxistina terorê ew revandin û dîl girtine bên xilaskirin.
Şêx "Laleşa" perestgeha êzdiyan a Şeyhana navçeya wîlayeta Nînovayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Êzdî bi xilaskirina Şingalê pir kêfxweş bûn lê dema ku bajarê me ket destê terorîstan jin û zarokên me hêsîr girtin. Ji bo me mizgîniya herî xweş xebera xilaskirina jinên me ye û vegera wan a malê ye."
Şêx ragihand ku balafirên koalîsyona navneteweyî ji bo Şingalê ji destê DAEŞê derxin cihên rêxistinê bombekirin û ji ber vê jî bajar serobin bû û wiha dewam kir: "Lazim e ku Neteweyên Yekbûyî, Kurdistan û hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo telafîkirina zirara gihîştiye me alîkariyê bidin."
Mîrê êzdiyan got ku li Iraqê ji kêmnetewên dînî yên herî zêde zirar ji terorê dîtine yek jî ew in û wiha pê de çû: "Em tu carê nebûn alîgirên şerên mezhebî yên li nav welêt diqewimin. Me xwe her gav ji wê yekê dûr xist. Em qewmekî mirovhez in. Dewletên navneteweyî divê vê rastiyê bibînin û li gor wê jî destê alîkariyê dirêjî me bikin. Ev nêzî du salan e ku me cih û warê xwe terikandiye û xwe spartiye herêmên bi ewle yên Kurdistanê û Tirkiyeyê. Malbatên me perçe bûn û her yek ji wan çûn welatekî. Şert û mercên ku em di nav de ne pir zor û bi zehmet in. Ez wisa hêvî dikim ku em di demeke kurt de bikaribin vegerin ser ax û welatê xwe."