Obama piştî hevdîtinê daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku "Em Ewropa û Amerîka me li hev kir ku em piştgiriyê bidin hikûmet û gelê Ukraynayê. Me li hev kir ku divê berdêla kirinên Rûsyayê yên heta niha jê bê stendin."
Rûtte jî got ku Rûsyayê Qirim tevî xaka xwe kir, ev yek bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û em vê yekê bi tundî şermezar dikin.
Kerry: Rageşiya Rûsyayê divê bandorê li ser îmhakirina kimyasalan neke.
Kerry bi bîr xist ku armanca rejima Sûriyeyê ew bû ku heta 15ê adarê îmhakirina tesîsên ku madeyên bijehr li wir tên çêkirin û depokirin, temam bibe. Kerry got ku "Lê rejima Sûriyeyê negihişte vê armanca xwe" û destnîşan kir ku di vê majarê de tu gumana wî tune ku Sûriye dikare bi leztir bixebite.
Kerry da zanîn ku heta niha nîvê stokên çekên kimyasal yên ku Sûriyeyê deklare kiribûn, derxistine derve an jî di nav welêt de îmha kirine.