Emre Gürkan Abay
21 Îlon 2022•Rojanekirin: 21 Îlon 2022
Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn seferberiya eskerî ya qismî îlan kir.
Putîn di axaftina xwe ya ku di hemû televizyonên dewletê da hat weşandin der barê geşedanên li Ukraynayê da axivî.
Serokê Rûsyayê Putîn destnîşan kir ku seferberiya eskerî ya qismî îlan kirine.
Putîn di xeberdana xwe da got ku piştgiriyê didin biryarên serxwebûnê yên Donbas, Zaporîjya û Xersona herêmên Ukraynayê.
Serokê Rûsyayê Putîn îdia kir ku dewletên Rojavayî naxwazin çareseriyeke aştiyane çêbe û wiha got, "Heger dijî yekîtiya axa me gef çêbe wê Rûsya hemû rêyên heyî biceribîne. Ev blof nîne."