Gökhan Yılmaz
21 Gulan 2024•Rojanekirin: 24 Gulan 2024
Rêhewayên Tirk (THY) ragihand ku seferên ber bi Kabulê yên ku wan navber dabû ji nû va dest pê kir.
Li gor daxuyaniya Mişawirtiya Çapemeniyê ya THYyê, şirketê îro bi sefera xwe ya ji Stenbolê ya ber bi Kabula paytextê Efxanîstanê va sefer dîsa dan destpêkirin.
Seferên di navbera Stenbol û Kabulê da wê rojên sêşem, çarşem, în û yekşemê bên kirin.
Rêwî wê bikaribin bi bihayê ku ji 805 dolarî dest pê dike va (bac û xerc jî tê da) ji Stenbolê herin Kabulê.