NEW YORK
Abdûllah Gul, li New Yorkê daxuaynî da nûçegihanan û daxuyand: "Di civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de mijara herî balkêş dê Sûriye be û bi giştî welêt dîtinên xwe yên derbarê Sûriyê de par ve bikin."
Gul, li ser pirsa kiryarên komên radîkal ên li ser sînorê Tirkiyê- Sûriyê wiha got: "Ev pirsgirêk yek ji endîşeyên me yên herî mezin e."
Gul diyar kir ku dema bûyer nû rû dan wan ev yek texmîn kirin û tim hişyarî dan Beşşar Esed û wiha got: "Bi pêvajoyê derket holê ku heke li aliyekî çek, neheqî, zilm navborî be dê li hember wî berxwedan hebe. Ji nav komên ku li hev nekin de, komên piştre wek teror bên binavkirin derdikevin holê. Di serî de dibe ku kesên tê de teror an jî radîkal nebin. Lê şert û merc koman anîn vê merheleyê. Mirovên ku zirarê nedin gêleyek di nav pergalê de dibe ku bibin kiryarên wehşetê."
Gul destnîşan kir ku, di guftûgoya Serokomarê Îran û Fransayê de dê Sûriye cihek taybet bigre. Gul wiha pê de çû: "A rast, bê Îranê li ser meseleya Sûriyê civat lidarxistin tiştek ji rastiyê dûr e. Fransa jî ji welatên (BMGK) P5an e û pêwendiyên Fransayê yên dîrokî bi Sûriyê re hene."