Nihat Kavşut
24 Sibat 2018•Rojanekirin: 25 Sibat 2018
KABUL
Hat ragihandin milîtanên Talibanê li Balabuluka navçeya wilayeta Feraha li rojavayê Efxanistanê êrîşî baregeha eskerî kirin û 18 esker hatin kuştin.
Dewlet Wezîriyê Berdevkê Wezareta Parastinê destnîşan kir di êrîşa endamên Talibanê da 18 esker hatin kuştin û 2 esker dîl hatin girtin.
Wezîrî destnîşan kir ji bona hildana baregeha eskerî ku ketiye destê Talibanê wê operasyonê bidin destpêkirin.
Talibanê jî di daxuyaniya xwe da îdia kir ku 25 esker hatine kuştin û 2 esker jî dîl hatine girtin.