Nihat Kavşut
24 Sibat 2018•Rojanekirin: 25 Sibat 2018
XÛTAYA ROJHILAR/ÎDLIB
Di êrîşên esmanî yên ku rejima Beşar Esed do li dijî Xûtaya Rojhilat kir da 38 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li herêmê duh li Dumayê 15, li Şifoniye û Abaddeyê 5, li Kefer Batnayê 3, li Eyn Terma, Zemelka û Xamuriyeyê 2 û li Haresta Seqba, Medyere û Merceyê sivîlek hat kuştin.
Li gor agahiyan êrîş dewam dikin û tê texmînkirin hejmara kuştiyan zêde bibe.
Li gor agahiyên navenda parastina sivîlan ya li Xûtaya Rojhilat ji ber êrîşên rejimê di 5 rojên dawîn da hejmara sivîlên hatin kuştin derket 357an.
Rejimê di 5 rojên dawîn da êrîşî 22 navendên tenduristiyê û mizgeft û êtîmxaneyekê kir.