Abdullah Tel
31 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî ragihand ku Telaferê navçeya Mûsilê bi tevahî ji destê DEAŞa rêxistina terorî hat rizgarkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Îbadî da wiha hat gotin: "Serfirazî temam bû û Telafer bi tevahî hat rizgarkirin. Bi piştgiriya gelê Telaferê, Heşda Şebî, polêsê federal, artêş û hêzên çewîk va alaya Iraqê li Telaferê hat bilindkirin."
Îbadî destnîşan kir ku tevahiya wîlayeta Mûsilê ket bin kontrola hêzên ewlehiyê û wiha dewam kir: "Em ji DEAŞê ra dibêjin ku hûn lê ku derê dibin bibin, em ji bo rizgarkirina axa xwe tên. Li pêş we yan kuştin û yan jî teslîmbûn heye."