Haydar Şahin
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
XEZZE
Îsraîlê duh êvarê îdia kir ku ji Xeta Xezzeya dorpêçkirî roket avêtine aliyê Îsraîlê û li ser vê ji hewayê êrîşî hin ciyên Xezeyê kir.
Di daxuyaniya Artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku teyareyên şer û firokeyên Îsraîlê li 80 hedefên Hemasê yên li Xezzeyê xist.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber ji Xezzeyê roket hatin avêtin ev êrîşa jî wekî misîleme hat kirin.
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku duh êvarê 30 roket ji Xezzeyê avêtin Îsraîlê ji wan 10 heb bi destê sîstema parastina hewayê hatin îmhekirin yên din jî di ser eraziyên vala da ketin.
Hat ragihandin ku ji ber roketên tê îdiakirin ji Xezzeyê hatine avêtin carcaran li Îsraîlê dengê sîrnê hat bihîstin.

- Nexweşxaneyê zirar dît
Eşref Kudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê li Xezzeyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Îsraîlê êrîşî ciyê eskerî yê li nêzî Nexweşxaneya Endonezyayê kir li ser vê nexweşxaneyê zirar dît.
Kudra êrîş şermezar kir bangî saziyên navneteweyî kir ku bira li dijî êrîşên li Xezzeyê yên Îsraîlê personelên tenduristiyê û saziyan biparêzin.

- Tu kes nemir
Çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezzeyê diyar kirin ku di bombebarana Îsraîlê da hetanî nika tiştek bi tu kesî nehat.
Tevgera Cîhada Îslamî ya li Xezzeyê jî got ku li dijî kuştina sivîlên bêguneh dest û lingên komên berxwedanê girêdayî namîne.
Di daxiyaniya Cîhada Îslamî da wiha hat gotin: "Berxwedanê hetanî nika gelek caran hişyarî da ku sivîlan nexin hedef lêbelê hêzên dagirker di dorpêçê da lîstina bi jiyana mirovan didomîne."
- Di çalakiyan da 5 şehîd 180 birîndar
Wekî mayîn di çalakiyên duh li sînorê Xezzeyê hatin lidarxistin da 5 welatiyên Filistînê bi destê eskerên Îsraîlê hatin şehîdkirin, 180 welatî jî hatin birîndarkirin.