Elif Orhan
28 Tebax 2016•Rojanekirin: 29 Tebax 2016
SILÊYMANÎ
Sekreterê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî Ya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar diyar kir ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê dikarin bên çareserkirin û di vê mijarê de amade ne ku berpirsyarî hildin ser xwe.
Bextiyar der heqê ziyareta heyeta YNKyê ya Bexdayê de li bajarê Silêymaniyê civîna çapemeniyê li dar xist.
Bextiyar eşkere kir ku di çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û destûra bingehîn de navnîşan hê jî Bexda ye û got ku "YNKyê helwesta xwe ya di vê mijarê de her dem parastiye. Em dikarin ku bi Bexdayê re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em wek YNK ji bo ku pirsgirêkên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de dibin sedema xitimînê bên çareserkirin berpirsyarî hildin. Ev pirsgirêk her çiqas giran be jî em ê tehamûl bikin."
Bextiyar qal kir ku ji konjonktura navneteweyî û veqetîna mizakereyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi fikar in û got ku bi taytebî nelihevkirinên di qada aborî û vejenê de dibe sedema fikaran.
Bextiyar bal kişand ku piştgirî didin yekîtiya axa Iraqê û li gel lihevkirina bi Bexdayê re ne û nirxandina "28 wezîrên karên derve yên YEyê ragihandin me di van şertan de li gel yekîtiya axa Iraqê ne. Bi 3 zimanî helwesta YEyê ya di vê mijarê de ragihandin me. Me li Bexdayê got ku referandûm bê şert û merc mafê kurdan e."
Bextiyar diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî jî di vê mijarê de helwesteke erênî nîşan da û got ku "Îbadî got ku dikarin li Bexdayê li ser van mijaran biaxivin, hewce nake ku ji ser çapemeniyê bikevin polemîkê."
Bextiyar qal kir ku ji bo Herêma Kurdistana Iraqê rêya herî rast ji lihevkirina bi Bexdayê re derbas dibe û wiha axivî:
"Bexdayê got ku di mijarên budçe û vejenê de amadeyê diyalogê ne û li gel çareserkirina pirsgirêkan in. Me jî ji Îbadî xwest ku di serê sala perwerdeyê de mehaneya hemû mamosteyan bişîne. Bi vî awayî hikûmeta Kurdistanê jî dê bikare mehaneya karmendên din bide. Îbadî jî got ku dê vê pêşniyazê binirxînin û di demek kurt de bibersivînin."