Haydar Şahin
11 Nîsan 2019•Rojanekirin: 12 Nîsan 2019
Donald Tuskê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) got, "27 welatên endamê YEyê û Îngiltereyê li hev kirin ku Brexitê hetanî 31ê cotmehê paşda biavêjin."
Dema Lûtkeya Brexitê ya li Brukselê hat lidarxistin Tusk li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam nivîsî û diyar kir ku YEyê û Îngiltereyê li hev kirin ku Brexitê hetanî 31ê cotmehê paşda biavêjin.
Tusk diyar kir ku ji bo Îngiltere çareseriya herî baş bibîne 6 meh dem danê û wiha got: "27 welatên endamê YEyê û Îngiltereyê li hev kirin ku Brexitê hetanî 31ê cotmehê paşda biavêjin."