29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 29 Nîsan 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz li Hewlêrê hatin bal hev.
Piştî hevdîtina ku li avahiya serokatiyê ya li bajaroka Selahaddînê hat kirin ji ofîsa Barzanî daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat gotin ku geşedanên ku li herêma Kurdistanê û Iraqê diqewimin, têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê û li ser rewşa Sûriyeyê nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Li gor daxuyaniyê Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê ji ber ziyareta wan a li herêmê spasiya heyetê kir, her wiha ji ber piştgiriyên wan jî spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir.
Hat diyarkirin Barzanî pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de destnîşan kir û dan zanîn Barzanî gotiye ku "Her du alî cîran in û li ser heman erdnîgariyê dijîn. Ji bo ku aştî û îstiqrarê xurt bikin divê hewl bê dayîn."
- "HKI bi awayekî serkeftî hember dijwariyan li ber xwe dide"
Hat ragihandin ku Wezîr Yilmaz jî spasiya Barzanî kir û silavên Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu jî ragihand Davutoglu.
Di daxuyaniyê de cî dan van gotinên Yilmaz "Tirkiye piştgirî dide ku Herêma Kurdistanê pêş bikeve. Ji bo ku aborî pêş bikeve mekanîzmayekî hevpar bê avakirin. Em wek welêt piştgirî didin îstiqrar û ewlehiya herêmê. Îstiqrar û ewlehiya herêmê îstiqrar, ewlehî û pêşketina Tirkiyeyê ye. Armanca me ew e ku di her mijarê de têkiliyên Tirkiye û herêmê bên pêşxistin."
Yilmaz diyar kir ku digel qeyrana aboriyê ya li HKIyê herêm gelekî baş tê birêvebirin û dan zanîn ku Yilmaz wiha axivî: "Ez serok Barzanî pîroz dikim. DAEŞ derket holê, pişt re du milyon koçberên navxweyî û penaber hatin herêmê, kêmbûna bihayên neftê, qeyrana aborî, ji aliyê Bexdayê nedayîna budçeyê herêmê xist nav qeyranên gelekî mezin. Lê belê bi awayekî gelekî serkeftî qeyranê îdare kiriye. Heke welatekî di bi van qeyranan re rû bi rû bimaya ez bawer im ku dê biketa nav dijwariyên mezin. HKI bi serkeftî hember dijwariyan li ber xwe dide."
Wezîr Yilmaz duh ji bo ku têkiliyên fermî dayne hat herêmê û piştî ku beşdarî forûma aboriyê ya ku li Hewlêrê ji aliyê Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn (Middle East Research Institute-MERI) bibe dê ji herêmê veqete.