Nihat Kavşut,Abdullah Tel
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
KABUL
Eşref Xeniyê Serokê Dewleta Efxanistanê piştî êrîşa bombeyî ya du roj berê li paytext Kabulê hat kirin cezayê îdamê yê 4 milîtanên rêxistina Haqaniyê û 7 milîtanên Talibanê yên di girtîgehê da îmze kir.
Li gor agahiyên çavkaniyên serokatiya dewletê Xenî rojek piştî êrîşê biryara îdamê îmze kiribû lê ji raya giştî ra nehatibû eşkerekirin.
Teşkîlata Îstixbaratê ya Efxanistanê îdia kiribû êrîş bi destê rêxistina Haqaniyê bi alîkariya îstixbarata Pakistanê hatiye amadekirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî 4 rayedarên payebilind yên ewlehiyê ji ber îdiaya îhmalkarî kirine ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Daxuyaniyê da hat gotin ku der barê mijarê da lêpirsîn dewam dike û wezîfedarên di bûyerê da îhmalên wan hebin wê ji wezifeyê bên dûrxistin.
Herêma Wezîr Ekber Xanê baş tê parastin û hê jî nayê zanîn ku tankêra avê ya tijî bombe çawa ketiye herêmê û tê gotin ku îhmala hêzên ewlehiyê heye.
Di êrîşê da 1,5 ton teqemenî hat bikaranîn
Hat eşkerekirin ku di êrîşa 90 kes hat kuştin da 1,5 ton teqemenî hatiye bikaranîn.
Tesîra teqînê li gelek deverên dûr jî hat hîskirin û pace û deriyên kargeh, banke, otêl û xaniyên nêzî cihê bûyerê jî şikestin.
Ji ber teqînê bi dehan wesayît jî bûn xurde.