Deşta Geverê li pêşa Çiyayê Ciloyê ye û dirêjahiya wê 40 û firehiya wê jî15 kîlomêtre ye. Ji bo seyr û dîtina ew kulîlkên qîç ên ku li vê deştê vekirin her roj gelek welatî tên li vir.
Welatiyan destnîşan kir ku divê danasîna bedewî û xweşikiyên navçeyê bên kirin û bi vî hêwî dibe ku ji bo pêşketina navçeyê tûrîzm bibe egereke sereke.