Sevim Hatun
2017 ж. 08 мамыр•Rojanekirin: 2017 ж. 09 мамыр
MUŞ
Bi hatina biharê re hewa germ bû, Deşta Mûşê bi gul û sosinên reng bi reng xemilî.
Li Deşta Mûşê ne tenê gul û sosin vebûn herwiha kulîlkên darên fêkiyan jî bişkivîn. Deşta ku bi rengê cur bi cur xemilî bala welatiyan dikişîne.
Ji welatiyan Serhat Aşar got ku bi hatina biharê re Deşta Mûşê xweşiktir bû û surişta herêmê bala welatiyan dikişîne û wiha axivî:
"Piştî demsala zivistanê bihar hat. Piştî sir û sermayê hewa germ bû, herwiha kulîlkên darên fêkiyan jî bişkivîn. Ev hem ji bo aboriya herêmê girîng e hem jî tebîet pê dixemile. Ji bilî evana laleya Mûşê û çîçekên din jî deşt xemilandin."