Dema ku li Helebçeyê komkujî hat kirin, Fettah hê 5 salî bû. Destê Fettah di komkujiyê de ji dê û bavê wî qetiya, lewra di êrîşê de dê û bavê wî jî mirin. Kesên xêrxwaz ew jî wek mexdûrên din ji bo tedawîkirinê bi xwe re birin Îranê. Ji ber ku 9 salan ji Fettah tu agahî nehat girtin, wek mirî hat hesibandin û di nifûsê de mirî hat qeydkirin. Her wiha ji bo Fettah jî di Bîrdariya Şehîdan a Helebçeyê de kêlikê bîrdariyê hat çêkirin.
Fettahê ku di 5 saliya xwe de ji Helebçeyê çû, di 15 saliya xwe de vegeriya Helebçeyê û niha jî li ber Bîrdariya Şehidan a Helebçeyê wek polês nobedariyê dike. Fettah niha 31 salî ye û ji bo ku bide îsbatkirin ku ew li jiyanê ye, serî li hiqûqê daye.
Sêwiyê Helebçeyê Fettah, serpêhatiya xwe ji nûçegihanê AAyê re wiha got:
"Ez di sala 2002an de ji Îranê vegeriyam. Dema ez li ber mizgefta navçeya Ranyayê ya Silêmaniyê digiriyam, welatiyê bi navê Necmeddîn Sevdîn ez birim mala xwe. Apê Sevdîn wek ewladekî xwe, min girt bal xwe û navê Şivan Mahmûd Fettah li min kir û bi vî navî ji min re nasname derxist. Navê min ê rastî Niştiman e."
Fettah got ku dema ew hatiye Helebçeyê, hîn bûye ku navê wî wek mirî di nifûsê de hatiye qeydkirin û wiha dewam kir: "Dema min li ser kêlikê bîrdariyê navê xwe dît, ez mat bûm. Ez nemirime, dijîm. Ji bo ku ez îsbat bikim ku ez li jiyanê me min pir hewl da. Divê di serî de min birayên xwe îqna bikira. Lewra wan şik dibir min, min jî şik dibir wan. Divê me pişt rast bikira ku dê û bavê me yek in. Ji bo vê jî me testa DNAyê kir û biratiya xwe pişt rast kir."
Fettah got ku ji bo navê wî li ser kêlikê bîrdariyê jê bibin serî li dadgehê daye û pêvajoya darazê hê dewam dike û wiha dewam kir:
"Min testa DNAyê da dadgehê jî. Birayê min jî beşdarî pêvajoya darizandinê bûn. Lê diyare ku dozê demeke dirêj dewam bike. Ku di destê min de bûya, min ê hema navê xwe ji ser kêlikê bibira. Kesên ku serpêhatiya min dibîhizin şaş dimînin. Lê mexdûrên wek min pir in."
Fettahê bavê du zarokan piştî ku dibistan kuta kir, bû polês û ew tayînê Bîrdariya Şehidan a Helebçeyê kirin. Şivan got: "Di qedera min de ev jî hebûye" û kêlikê gora xwe da nîşan û got: "Li ser vê kêlikê navê min û birayê min Kurdevan hatiye nivîsandin. Çi ecêb e ku ez jî nobedariya gora xwe dikim."