Welatiyên ku li gundê Taşkapiya ku girêdayî navçeya Ercişa Wanê dijîn di zivistanê de ku serma dadikeve binê 20 dereceyî dikevin germavê û soberiyê dikin.
Gundî di demsala zivistanê de ku serma dadikeve binê 20 dereceyî di germavê de soberiyê dikin.
Gundî li ser hewzên germavê çayê vedixwin û sitranan dibêjin û kêf dikin. Gundî dixwazin vê germava ku bi salan e diherike bibe tesîs û ji bo tûrîzmê vebe.
Ji gundiyan Mehmet Koçak diyar kir ku germahiya germavê li ser 70 dereceyê ye û bi taybetî jî di demsala zivistanê de ev germav ji bo gundiyan kêfxweşik e û wiha got: "Em her zivistan di van hewzên germavê de soberiyê dikin û germ dibin. Ji bilî vê jî ji bo tenduristiyê jî baş e, em him şîfayê dibînin û him jî kêf dikin."
Adem Ozdeş jî destnîşan kir ku di demsala zivistanê de dikevin hewzên germavê û kêf dikin û wiha got: "Ev av vala diherike. Hêviya me ew e ku av ji bo vejenê û ji bo tûrîzmê were bikaranîn. Divê rayedar bi lez dest bavêjin vê mijarê."