Li Palandokena ku ji navendên şemitandinê yek e, tûristan li qada ku bi taybet tê ronîkirin xweşeqitandin.
Ji bo gerokên ku ji welatên cuda hatine navendê, di 21ê çileya pêşîn ku şeva herî dirêj e de li otelan bernameyên şahiyê hatin lidarxistin. Tûrist bi gondolan çûn qada hatiye ronîkirin û xwe zelandin. Germahiya hewa jî di bin sifirê de 13 pile bû.
Midurê Giştî yê Otela Xanadu Snow Whiteyê Murat Altug Kargi di daxuyaniya ku da nûçegîhanan de got ku di şeva herî dirêj de li Palandokenê şeva herî xweş ya xweşeqitandinê li dar xistin.
Kargi diyar kir ku di sersalê de jî dê otel ji sedî sed tije bibin.