Li navenda Antalyayê û navçeya wê Kemerê xelkê xwe li behrê da.
Li hin herêmên Tirkiyeyê sir û seqem û berf heye, li Antalyayê jî bihar e.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji Navenda Meteorolojiya Antalyayê girt, li navenda bajêr germahiya hewayê 20, germahiya ava behrê jî gihîşte 18 pileyan.
Li navçeya Kemerê jî germahiya hewa û ava behrê 18 pile ye. Tûristên biyanî û xwemalî di vê hewayê germ de ketin behrê. Qeraxê behrê pir qerebalix e. Hinek ketin behrê, hinek jî xwe dan tavê. Hinek jî ji ber germahiya hewayê derketin parkan.