İbrahim Yaldız
18 Adar 2022•Rojanekirin: 20 Adar 2022
Ekîbên VEDAŞê li leglegên serê meha adarê vegeriyane herêmê û di nav berfê da ne xwedî derdikevin û xwarinê datînin hêlînên wan.
Wezîfedar bi makîneyên kar çûn devera ku hêlînên leglegan lê ne û xebitîn, hêlîn paqij kirin û xwarin danîn hêlîn û deverên nêzî hêlînan.
Midûrê Bajêr ê VEDAŞê Suat Coşar daxuyanî da rojnamegeran û got ku di hefteya ewil a adarê da legleg hatin herêmê û wiha domand: "Hevalên me ji bo ku legleg birçî nemînin hewl didin û di vê pêvajoyê da em hêlînên wan bi carbicar kontrol dikin."