Serokê MOSDER, Mamûlên Darîn ên Stenbolê û Yekîtiya Îxrackerên Mamûlên Daristanê Ahmet Guleç daxuyanî da peyamnerê Anadolu Agencyê û destnîşan kir ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Bosnayê de ji mêj ve hene û gelekî jî xurt in.
Guleç got: "Em dizanin ku pêdiviya birayên me yên ku li Bosnayê tûşî bobelata lehiyê hatin bi mabilyeyan hene. Cihên wan ên ku lê rûnên tune. Ji ber vê me bi rêya Heyva Sor a Tirk ve organîzasyona '100 tir mobilye' da destpêkirin."
Guleç diyar kir ku ne tenê Bosna Hersekê her wiha gelên din ên li Balkanan, welatên li Qafqasyayê, Rojhelata Navîn û yên din, di dema tengasiyan de her wext dixwazin ku Tirkiyeyê li ber serê xwe bibînin û wiha domand: "Em kêfxweş û şanaz in ku hikûmeta me hema li kuderê mezlûmekî û mexdûrekî dibîne, xwe digihîne wir û piştgiriya madî û manewî dide wan."