Cebrail Caymaz
16 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2024
Li Şanliurfayê jinên gundê ku bi tevahî lê 15 mal hene bi saya perwerde û piştevaniyê ku hildan ve mêşvaniyê dikin.
Jinên li Taxa Aşagi Çiftlikê ku li ser navçeya Karakopruyê ye bi mêşvaniyê ra eleqedar dibin bala miletê herêmê dikşînin. Taxa ku bi jinên mêşvan va navdar e li herêmê bi navê "gundê mêşvan" jî tê binavkirin. Mêşvaniya li herêmê tê kirin bi piştevanî û tevkariya Midûriya Çandinî û Daristanê ya Şanliurfayê û Zanîngeha Harranê va profesyonelî tê birêvebirin.
Jinên mêşvan yên ku Midûriya Çandinî û Daristanê ya Şanliurfayê perwerde û alîkariya mêşan daye wan, di 5 salan da hejmara kewarên xwe 10 qat zêde kirin.
Li taxa ku lê nêzî 10 hezarî kewarên mêşan hene û her sal 100 ton hingiv tê hilberandin.
Ji jinên ku mêşvaniyê dikin Zeliha Denizê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku 5 sal berê ji dewletê alîkarî hildaye û bi wê alîkariyê dest bi kar kiriye.
Denizê got ku berî wê bav û birayê wê jî karê mêşvaniyê kirine û wiha dewam kir, "Mêşên me mêşên gerok in. Em mêşên xwe li 3-4 herêman digerînin. Em kewarên xwe dibin navçeyên cuda yên Şanliurfayê û Karliovaya navçeya Bîngolê."
Meral Kayaya 20 salî jî got ku alerjîya wê heye lê dîsa jî pîşeya bavê xwe berdewam dike û debara xwe bi mêşvaniyê dikin.