ADIYAMAN
Li navçeya Tutê ya Adiyamanê cara ewil Mîhrîcana Paraşuta Kendalî û Sporên Avê hate sazkirin û di mîhrîcanê de dîmenên pir xweş derketin holê. Bi temamî 70 sporvan beşdarî mîhrîcanê bûn û li asîmanê erdê tevgerên ji hev cindîtir kirin.
Waliyê Adıyamanê Mahmur Demirtaş di mîhrîcanê de axaft û diyar kir ku çalakiyên wisa ji bo danasîna dîrokî ya bajêr û pêşveçûna çanda tûrîzmê pir girîng in.
Şaredar Necip Büyükaslan jî dest nîşan kir ku li Adıyamanê ji bo paraşûta kendalî cihên pir xweş hene û got, ez bangî kesên ku dixwazin li cihekî hew qas xweş bimînin, dikim. Bila bên û bibin mêvanê me.