Nihat Kavşut,Abdullah Tel
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
ŞANLIURFA
Mehkûmên li Şanliurfayê di girtîgeha vekirî da dimînin îsotan diçînin û bi saya vê him çandiniyê fêr dibin û him jî jê pere qezenc dikin.
Li Girtîgeha Vekirî ya Akçakaleyê ya 6 sal berê li ser rêya Akçakale-Şanliurfayê hat vekirin 450 mehkûm dimînin ji bo mehkûman qursên curbecur yên fêrbûna kar hene.
Mehkûmên di qursan da perwerdeyê dibînin him karên curbecur fêr dibin û him jî pere qezenc dikin.
Îsal di çarçoveya perwerdeyê da mehkûman bi alîkariya endezyarên zîraetê li eraziyê girtîgehê îsot danîn.
Îsotên bi destê mehkûman hatin çandin tên hişkkirin û bi makîneyên Wezareta Dadê temîn kir tên hûrkirin û di pakêtan da li girtîgehan tên firotin.
- Bi qasî 50 tonî hatin berhevkirin
Serdozgerê Komarê yê Şanliurfayê Sadî Dogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku mehkûmên di girtîgeha li navçeya Akçakaleyê da dimînin îsal cara ewil îsot danîn.
Dogan destnîşan kir ku 70 mehkûmî li zeviya ji 30 donimî pêk tê îsot danîn û ji destpêkê heta asta firotinê di hemû merheleyan da cih girtin û wiha pê da çû:
"Bi qasî 50 tonî îsot derket ji wê jî 15 ton me ji girtîgehên din ra şand. 35 tonê ma jî bi makîneyan hatin hûrkirin, paşê pakêt kirin û ji bo firotinê amade kirin. Em dixwazin mehmûkên girtî ji xwe ra bibin xwedî kar, meslek hîn bibin û dema derketin li erdê nemînin."