Mehmet Emin Gürbüz
21 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2024
Li ser rêya D-100î texma Çiyayê Boluyê berf dibare.
Li Çiyayê Boluyê duh êvarê baran barî, paşê bişev vegerande berfê.
Li herêmê cî bi cî 10 santêm berf ketiye û ekîbên rêbejan berfê vedirojin û rê xoyê dikin.
Ekîbên rêbej û trafîkê yên ku li herêmê wezîfedar in, hişyarî dan şofêran ku di berfê da tevdîra xwe hildin.
Li navenda bajêr jî berf bi navber dibare û 5 santêm berf ketiye.