Nihat Kavşut
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
HAKKARÎ
Ber destê sibehê li çiyayên Simbil û yên din li Hekariyê berf bariya.
Li Hekariyê do baranê dest pê kir û ber destê sibehê jî li çiyayan berf bariya. Ji ber berfê çiyayên li derdora Hekariyê bi berfê xemilîn.
Çiyayê Simbilê yê 3 hezar û 457 metro bilind e bi berfê xemilî û dîmenên nuwaze derketin meydanê.
Li ser rêya Hekarî û Wanê jî li texma geliyê Gozeldereyê şofêrên wesayitan zor û zehmetî kişandin.