Mustafa Bayar
13 Gulan 2024•Rojanekirin: 15 Gulan 2024
Xelfetiya navçeya Şanliurfayê di nava beriya başûrê rojhilatê da bi saya Gola Bendavê ya Berecûkê wekî bajarekî qeraxê dixûyê. Navçe bi taybetî di betlaneyên wekî dawiya hefteyê da bala şêniyên herêmê dikşîne.
Qismekî Gola Bendavê ya Berecûkê li ser Çemê Feratê hatiye avakirin. Xelfetî ji ber ku li jêra golê hatiye avakirin û bajarekî sakin û aram e, Komîteya Kordînasyonê ya Navneteweyî ya Cittaslowê di sala 2013an da navçe tevî tora "bajarê aram" kir.
Navçe bi xaniyên xwe yên kevir û bi xweşikahiya xwe ya siruştî va wekî "bihuşta veşartî" ya Başûrê Rojhilatê tê binavkirin û vê gavê bûye pêgeha tusrîstan.
Navçe ji dûr va wekî bajarekî qeraxê dixûyê û welatiyên ku tên navçeyê li kêleka Çemê Feratê dimeşin an jî li kelekan siwar dibin û bajarê binavbûyî, Mizgefta Mezin, Taxa Savaşanê û Rumkaleyê dibînin.