Barış Yalçınkaya
07 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2024
Li Navenda Xweşiqitandin û Werzişên Zivistanê ya Çiyayê Erganê ya li Erzincanê endamên protokolê, hezjêkerên raftîngê û welatiyan li ser berfê bi botan raftîng kir.
Navenda Xweşiqitandin û Werzişên Zivistanê ya Çiyayê Erganê 15 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e. Werzişvan û welatî li navendê têra dilê xwe, xwe dişiqitînin, raftîngê dikin.
Waliyê Erzincanê Hamza Aydogdu, Alîkarê Walî Mehmet Emre Canpolat û midûrên hin saziyan li botê siwar bûn û li ser berfê raftîng kir. Hin werzişvan û welatiyan jî bi botan raftîng kir.