Cüneyt Çelik,Anıl Aydın,Günay Nuh,Hüseyin Demirci,Yunus Hocaoğlu,Abdullah Söylemez
21 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2023
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê çem û gol qerimîn, camên wesayît, xanî û kargehan qeşa kişandin.
Li Erziromê bişev germa hewayê 9 pile di binê sifirê da hat pîvan, çem qerisîn, nebatan qiravî girt, camên wesayît, xanî û kargehan qeşa kişandin.
Hin şofêran betanî û brande li wesayîtên xwe pêçan.
- Qers
Li Qersê ji ber sir û seqemê çem û golan cemed girt.
Bişev germa hewayê 13 pile di binê sifirê da hat pîvan, camên weayîtan qeşa kişand û nebatan qiravî girt.
Di sir û seqemê da qismekî Çemê Qersê cemed girt. Her wiha hin golên piçûk ên bajêr jî qerisîn.
Li navçeya Sarîqamişê jî Gola Hançerliyê di sermayê da qerisî.
Hin welatiyan betanî li wesayîtên xwe pêçan.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Li bajêr bişev germa hewayê 13 pile di binê sifirê da hat pîvan, ji ber sermayê li bajêr cemed çêbû.
Rûyê Çemê Kurayê jî cemed girt.
- Agirî
Li Agiriyê jî sir û serma heye.
Çem û robarên bajêr qerisîn, camên xanî û kargehan qeşa kişandin.