Sayim Harmancı
21 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2023
Li Hekariyê bi barîna berfê va etaba ewil a Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan hat vekirin.

Berfa ku barî gihîşt asta ji bo kaşûnê têrê dike û li ser vê jî bo vekirina navenda kaşûnê xebat hat kirin.
Di merasima vekirina ciyê kaşûnê da ku qasî 12 kîlometre ji navendê dûr e Walî û Cîgirê Şaredar Îdrîs Akbiyik got ku heyam bi xêr û silamet be.

Akbiyik diyar kir ku bajêr bi turîzma zivistanê va ji bo turîstên Iraqî û Îranî ciyekî girîng e û ragihand niha wan bi tenê etaba ewil ya ciyê kaşûnê vekir û dema têra xwe berf bibare jî ciyên din jî wê vekin.