Sidar Can Eren
21 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2023
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê ji ber sir û sermayê dar û beran qiravî girt, li ser çiyayan mij û dûman çêbû.

Navçeya Ovacixê di nav çiyayan da ye ku her demsal bi siruşta xwe va balê dikşîne.
Demek berê li navçeyê berf barî her der çil û spî bû, niha jî dar û beran qiravî girt.
Dar û berên qiravî girtine dîmenên xweş derxistin holê.

Çiyayên Munzurê jî mij û dûman girt.
Welatiyan wêneyên der û dorê kişandin.