Okan Coşkun
26 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 01 Mijdar 2025
MALATYA (AA) - Li Meletiya ku wek "paytextê mişmişan a Dinyayê" tê binavkirin, baxçeyên mişmişan di demsala payîzê da bi rengên cuda xweşik xuya dikin.
Qismeke mezin a mişmişên hişkkirî yên dinyayê ji Meletiyê tê hilberîn.
Li bajêr bi qasî 9 milyon darên mişmişan ên ji 32 cureyan yên wek "Hasanbey", "Kabaaşi", "Hacihalîloglu" û "Alyanak" pêk tên hene.
Di payîzê da rengên cuda li baxçeyên mişmişan serdest e ku dîmenên xweş derketin holê.
Li navçeya Battalgaziyê baxçeyên mişmişan ên ku zer bûne wek studyoya siruştî xuya dikin.
Dîmenên baxçeyên rengîn ji esman hatin kişandin.